ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Huseyîn Aykol, ku redaksiyona pirtûka 'Apê Mûsa 100 salî ye' kir, bal kişand ser keda Mûsa Anter a li nava çapemeniya Kurd.

Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK), Însiyatîfa Kurecîkiyan, Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF), Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) diyar kirin ku ji bo serxistina pêngava KCK'ê wê bi her awayî bixebitin.

Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin eşkerekirin. Di pêşbirkê de ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hate lidarxistin, di pênc beşên cuda de xelat hatin belavkirin.

Brûsk Reşît ku malbata wî ji kevneşopiyeke welatparêz dihat, sala 2008'an tevlî nava refên şoreşê bû û heta kêliya ku şehîd bibe bi bawerî û bi îrade li dijî dijmin şer kir.

Li gorî raporeke ku li Fransayê li ser rê û rêbazên parastina ji bandora germahiya global hate amadekirin, tê pêşniyar kirin ku her şexsek her salê herî kêm darekê biçîne û vê yekê jî herî kêm 30 salan bike.

Li gorî DYE'yê, çeteyên DAÎŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê bi giranî hate qedandin, di serî de Efrîka li gelek welatan li ser komên cuda bi bandor in.