ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Abbas Azîzoglû êrîşên qirkirina siyasî yên dewletê û polîtîkaya desteserkirina şaredariyên DBP'yî nirxand û got, qeyûman Kurdistan kirine cihê înşeatê.

- Gerîlayên MLKP FESK'ê diyar kirin ku ji bo parastina Başûrê Kurdistanê ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, ew tevlî berxwedanê bûne.

- AKP ku Tirkiye ji aliyê aborî ve aniye ber îflasê, berdêla vê yekê li ser gel ferz dike. Polîsên trafîkê yên li Wanê bi rengekî ne hiqûqî ceza li wesayitên li trafîkê dibirin.