ROJEVA 17'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tîrmeha 2019'an.

- Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ji bo malbatên Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên 21'ê Adarê şehîd bûn peyam şand.

- Gerîlaya YJA Starê Gulcan Çelîk, bi navê xwe yê pê tê naskirin Delîla Amed. Meşa xwe ya dawî ya gerîlatiyê di 17'ê Tîrmeha 2018'an li Botanê pêk anî, bîranîn û têkoşîna xwe ji hevalên xwe re hişt.

- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 33 sal li pey xwe hişt. Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got, rêyeke dûr û dirêj li pêşiya wan e ji ber ku faşîzm hîn didome.

- Hêzên dewletê yên rûpêçandî bi wesayitên Toros ên Spî li Wanê geriyan û li naverastê êşkence li mirovan kirin.

- Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê pêk tê, vê hefteyê ji aliyê malbatên şehîdan ve tê domkirin.