ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Polîs û leşkerên dîlgirtî di 7'ê Hezîrana 2018'an de ji kamerayan re axivî bûn û diyar kiribûn ku dewlet hem wan ji nedîtî ve tê hem jî jiyana wan dixe metirsiyê.
Civaka Xiristiyan a li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku wan bi perspektîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke nû ava kirine û dixwazin Ocalan azad bibe.
Rojnamevan Serdar Altan û Nivîskar Yaşar Eroglu nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekitiya neteweyî heye."
Li gel peymana parvekirina agahiyan a otomatîk, Tirkiye agahiyên malî nade 6 welatên Ewropayê. Ji bo Tirkiyeyê 6 meh dem hate dayin. Eger heta hingî Tirkiye gavê neavêje, wê di meha Cotmehê de li nava lîsteya reş a welatên qaçaxçitiya bacê bê bicihkirin.
Li Antarktîkayê, bi kîlometreyekê li binê qeşayê şopa jiyanê hate dîtin.
Di çareserkirina pirsgirêka bernameya nukleerî ya Îranê de hîn gav nehatiye avêtin. Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) di asta dîrektor de diçe Tehranê.