ROJEVA 17'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

-Fîlozofê Macar Prof. Tamas, Ocalan şiband Benes, Manîû, Gandhî, Mandela û Sûn Yat-Sen ku rêveçûna dîrokê guherandin. Prof. Tamas got, "Divê Ocalan êdî ne girtî be."

- Yûsûf Îba ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 36 roj in li Torontoyê di greva birçîbûnê ye. Îba got, "Em ê dîrokê binivîsînin."

- Gerîlayên ku 15'ê Sibata 1999'an di dema komploya navneteweyî de ji dayik bûn, li nava refên azadiyê yên Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan têdikoşin.

- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş diyar kir ku wê îradeya gel a ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin ji nû ve li gel vegerînin û Colemêrgeke nû ava bikin.