ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê kete sala 27'an. KON-MED'ê ji bo çalakiyên roja Şemiyê yên bi armanca bidawîkirina vê qedexeyê, banga tevlîbûnê kir.

Partiya Çep ji Swêdê xwest ku lêborînê ji Kurdan bixwaze, ku di dawiya salên 1980'î de ji ber kuştina Olof Palme Kurd hatibûn sûcdarkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan û hempîşeyê wî yê Elman Heîko Maas pêşniyara peymaneke nû ya 'transatlantîk' li serokê nû yê DYE'yê kirin. Di vê pêşniyarê de helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê jî cih digire.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand, ku ew bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re li ser çalakiyên 'gelekî agresîf' ên Tirkiyeyê axiviye.

Hunermend Roger Waters û derhênerê xwediyê gelek xelatan Ken Loach jî di nav de gelek kesayetên navdar, ji bo keça Kurd Mawda ya ku bi fîşeka polîsan li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da, banga edaletê kirin.

Piştî ku wekîlê Serokkomar Manûel Merîno di encama çalakiyên protestoyî de îstifa kir, Parlamenta Perûyê Francîsco Sagastî yê rastgirê navendî kir Serokkomarê nû.

Di demekê de ku bala cîhanê bi temamî li ser Covîd-19 ye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser metirsiya diyabetê ya li ser jiyana bi dehan milyon mirovên li Efrîkayê.