ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê ya 17'ê Hezîrana 2020'an.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê ya 17'ê Hezîrana 2020'an.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, bloka desthilatdariyê li dijî çareseriya meseleya Kurd a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û diyalogê ye û destnîşan kir, yên ku ji hewldanên çareseriyê yên Ocalan aciz in, tecrîdê giran dikin.
Endamê Dîwana KCD'ê Adnan Akgul nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê da û got, "Divê em bi yekîtiya xwe bersiva herî xurt bidin êrişan."
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Bedriye Yorgûn diyar kir, di dema şewbê de ku kampanyayên "Li malê bimîne" hate meşandin, tundiya li dijî jinê zêde bû û got, destketiyên jina li her qadê ketine rewşeke metirsîdar.
Yekîtiya Mafên Mirovan a Navneteweyî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li welatên rojavayî bi taybetî jî Elmanyayê kir ku li pêşberî êrişan bêdeng nemînin.
Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir, gelê Kurd dikin qurbanê berjewendiyên hêzên navneteweyî.
Tê gotin, nexweşiyên ku li Hindistanê bi demsala mûsonê dest pê dikin, ji ber metirsiya Covîd-19 wê rê li ber bîlançoyeke girantir veke.
Pisporên Brîtanyayî ragihandin ku di encama tecrûbeyên klînîk de wan tespît kirine, ku dermanekî bi navê dexamethasone, şensê başbûna nexweşên giran ên Covîd-19 zêdetir dike.