ROJEVA 17'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Gulanan 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Gulanan 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.
- Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir, wan hewl dan daxwaza girtiyan ragihînin û qala tecrîdê bikin, lê belê hewldanên wan têrê nekirin.
- Parêzer Oflas diyar kir, li Îmraliyê tecrîdeke taybet heye û got, hevdîtina 2'ê Gulanê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê, rewşa nediyar hîn jî didome.
- Hiqûqnasa Elman Heike Geiswed serdana Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl kir, ku li Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
- Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne li dadgeheke taybet werin darizandin, hikumeta Swêdê kete nava hewldanan. Hollanda, Fransa, Îngilîstan û Belçîka bi rengekî germ nêzî banga Stockholmê dibin.
- Metîn Serhat ê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye bi malbata xwe re axivî û got, "Tevî hemû nêzîkatiyan jî serketina me wê mezin be."
- 12. Festîvala Çand û Sporê ya Hasan Kiziler ku wê 18'ê Gulanê li Swîsreyê pêk were, dirûşma wê "Em dawî li tecrîdê bîne, faşîzmê hilweşînin, Rêberê xwe azad bikin" e.