ROJEVA 16'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Li Strasboûrgê ya Fransayê ji bo salvegera 20'an a komploya navnetewî were şermezarkirin wê meşeke girseyî were kirin.

-Bi dehan parlamenter û senatorên ji partiyên cihê yên Fransayê xwestin ku Fransaz bi lezgînî bi asta Konseya Ewlehiyê ya NY'yê têkilî deyne, xwedî li  Rojava ya di hedefa Tirkiyê de û li berxwedana jinên Kurd ên di grevê birçîbûnê de ne, derkeve.

-Grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin kete rojeva meclîsa federal a Elman. Parlamenterê Partiya Çepgir Akbulut pirsa, ''Hûn li ser tecrîda li Imraliyê û grevên birçîbûnê çi difikirn?'' ji hikûmeta Merkel kir.

-Nûnerên gel ên Sûryaniyên li Qamişlo komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin, ''Em raman û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe weke hilmê dibînin. Girtîbûna wî girtîbûna nirxên mirovî ye.''

-Esnafên halê gotin  Pêşnûmeya Yasaya Halê wê ne bi kêrî hilberîner an jî mezaxtîner were lê bi kêrî markêtan were û tê xwestin ku fatoreyê dîsa li wan bibirin.