ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan destnîşan kir ku bi rêya kampanya 'Em xwe diparêzin', mîna Teyrê Sîmir ku ji xweliya xwe jinûve diafire, ew têkoşîna xwe didomînin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Çîn, li ser Mekongê şerekî stratejîk dikin, ku weke 'Çema Dayik" tê binavkirin û jiyana 70 milyon mirovî pê ve girêdayî ye.

Li Perûyê, Manûel Merîno yê rastgir beriya çend rojan weke wekîlê Serokkomar hate destnîşankirin. Ev yek bû sedema rûdana xwepêşandanên şermezarkirinê û di encamê de Merîno îstifa kir.

Çîn qada xwe ya serweriyê mezin dike. 15 welatên li Asya û Pasîfîkê, bi pêşengiya Çînê mohra xwe danîn binê peymaneke berfireh a bazirganiyê.

Di hilbijartinên serokatiyê yên DYE'yê de, tevî alîkara destpêkê ya serok Kamala Harrîs di asta rekorê de wê jin tevlî Kongreyê bibin. Lê belê ji bo wekheviya li qada siyasetê hîn divê gelek gav bên avêtin.