ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ya 16'ê Hezîrana 2020'an.
Rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ya 16'ê Hezîrana 2020'an.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 8 salan bênavber dewam kir û ji ber şewba Covîd-19 ji neçarî navber jê re hate dayin, ji nû ve dest pê kir.
KCDK-E'yê piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê, "Hefteya berxwedan û hêrsê ya li dijî mêtingeriyê" ragihand.
Rêveberên Mexmûr, Şengal û Qendîlê, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê îro bi rêya înternetê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Bûyerên dawî yên têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê wê bên şopandin.
'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê ku ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir wê bê şopandin.
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li sedan bajarî bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.
Nûnerên Rêxistinên Suryanî yên li Ewropayê xwestin, bûyera bi serê Hûrmûz û Şîmonî Dîrîl hatiye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine 'windakirin' ji raya giştî re bê eşkerekirin. Nûneran gotin, "Dewleta Tirk dixwaze Suryaniyên li Botanê bi temamî tune bike."
Ji Rêveberiya KCK'ê Huseyîn Dîcle diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo tunekirina Kurdan, ji bo bidawîkirina hebûna Kurdan biryareke stratejîk wergirtiye û destnîşan kir, ku ev yek tenê bi berxwedanê dikare bê têkbirin.
Li gorî gotareke ku li The Gûardîanê hate weşandin, êdî gelekî dereng e ku germahiya global heta dawiya sedsalê di asta 1.5 pileyî de bê hiştin.
Li Sûdanê goreke komî hate dîtin ku cenazeyên leşkerên di dema dîktatoriya Omer El Beşîr de hatin qetilkirin.