ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku li hemberî tunekirina gelekî, bi feraseta berpirsyariya dîrokî û siyasî ya rasteqîn teqez diviyabû hin tişt bihatina kirin û got, "Ya ku rê li ber Pêngava 15'ê Tebaxê vekir ev guman bû; bibe çare!"

- Pêngava 15'ê Tebaxê ku li Kurdistanê hişyariyeke nû bi xwe re anî, di nava şert û mercên giran û nebûna derfetan de ji aliyê kadroyên PKK'ê ve hate kirin. Me panoramaya bûyerên berî û piştî 15'ê Tebaxa 1984'an ji bo we berhev kir.

- Lêkolîner û nivîskar Metîn Aslan bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li zindanan nirxand.

- Mûstafa Yasîn ê ji Hesekê ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê PKK nas kir, wiha axivî; "Eger ne ji têkoşîna PKK'ê bûya em nedigihîşt vê serdemê. Şoreşa Rojava berhemeke vê têkoşînê ye."

- Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî destnîşan kir, ku Rêzan Cawîd ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, yek ji şoreşgerên pêşeng bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir û got, "Dijmin wê ti carî li pêşiya Tevgera Azadiyê nikaribe bibe asteng."