ROJEVA 15'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tîrmeha 2019'an.

- 'Rojiya Mirinê ya Mezin' a 14'ê Tîrmehê, kir ku gelê li ber komkujiyê bû ji nû ve zindî bibe û berxwedaneke mezin afirand.

- Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, yek ji kesên ku serdana wî kir Seyîd Elo yê ji Hesekê bû. Elo diyar kir ku Ocalan rêberê gelên bindest hemûyan e.

- Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li gelek welatên Ewropayê hatin bîranîn.

- Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê bi wesîleya salvegera 5'an a êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Şengalê bang kir, ku 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyan bê ragihandin.

- Li gorî lêkolînekê ku der barê avhewayê de hate kirin sala 2050'î wê avhewaya Hewlêrê bişibe ya Ahvazê, ya Dîlokê bişibe Hewlêrê, ya Parîs û Berlînê jî bişibe Canberrayê.