ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Meşa ber bi Cenevreyê ya hezar kesî ku 200 enternasyonalîstên ji 37 welatan jî tevlî bûne dewam dike.

- Fermandarê Ceyş El Siwar Ehmed: Tirkan amadekariyeke mezin ji vî şerî re kirin û her tiştên xwe danîn holê. Dem û cihê destpêkirina şer jî diyar kirin. Lê belê wê nikaribe biryara çawa û dema qedandina şer bidin.

- Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û xwedîderketina Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, amadekariyên ji bo meş û mîtînga navendî ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê qediyan.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, ew amade ne ku sala 2018'an komployê ji hev bixin û ji aliyê fîzîkî ve Ocalan azad bikin.

- Şervanên YJŞ'ê destnîşan kirin ku wê bi têkoşîneke xurt bersivê bidin komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û gotin, "Weke jinên Êzidî em ê ti carî nehêlin ku ev dewletên faşîst komploya xwe bidomînin."