ROJEVA 15'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Meşvanên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ji Luksembûrg, Mannehîm û Baselê bi rê ketin wê îro li Strasboûrgê bigihêjin hev.

- Di ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê re 20 sal derbas bûn. Li dijî polîtîkaya tecrîdê ku 20 salan weke rêbazeke êşkenceyê hate bikaranîn, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 100 roj in di greva birçîbûnê de ye.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Dîlan Meletî diyar kir, tecrîda ku di nava şert û mercên giran de tê ferzkirin, dewama komployê ye. Meletî got, "Ev yek di heman demê de nîşan dide ku Rêbertî li Îmraliyê bi rengekî mezin li ber xwe dide."

- 75 enternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan ji Luksembûrgê bi rê ketin, piştî meşa ji 223 kîlometreyan wê îro bigihêjin Strasboûrgê. Enternasyonalîst dibêjin, Ocalan fîlozofekî xurt e ku vîzyonê ji pirsgirêkên serdemê re diafirîne.

- Bi dehan kesayetên navdar ên Îngilîstanê ku parlamenter, sendîkavan, hiqûqnas, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û profesor jî di nav de ne, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê şandin û jê xwestin, li dijî tecrîdê 'Pîvanên Nelson Mandela' bixe meriyetê.

- Li Kamara Lordan a Îngilîstanê wê îro li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek bê lidarxistin.

- Yek ji girîngtirîn saziyên mafên mirovan ên Elmanyayê banga lezgîn li hikumeta federal kir, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan zextê li rejîma Erdogan bike.

- Lîderên jinan ên Sahara Rojava diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û xwestin, tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe.