ROJEVA 15'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed diyar kir, şehîdên meha Gulanê di têkoşîna azadiyê de rêya her şoreşgerî ronî dike û got, "Meha Gulanê ew meh e ku pêşengên me yên leheng gihîştine asta şehadetê."

- Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çend roj berê nirxand û got, divê Tirkiye destpêkeke nû deyne pêşiya xwe. Hiso got, "Mifteya destpêka nû jî bi Rêber Apo re ye."

- Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan diyar kir, hevdîtina bi parêzeran re nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û got, "Hevdîtina piştî 8 salan kêm jî be bêhn aniye ber raya giştî, lê nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye."

- Propagandakara Tirk a DAÎŞ'î Defne Bayrak ku navê wê di belgeyên krîpto yên CIA de derbas dibe, di destê QSD'ê de ye. Bayrak a tevlî DAÎŞ'ê bû, diyar dike ku hin pirsên wê hene ku dixwaze ji Tirkiyeyê bipirse û dixwaze 'hesab' bide. Bayrak got, "Bendewariyên min destpêkê bi DAÎŞ'ê re, piştre jî bi Tirkiyeyê re têk çûn."

- Midûrê emniyeta bajarê Munchenê Hubertus Andra bi nûnerên saziyên Tirk ên alîgirê AKP-MHP'ê re hevdîtin kir.