ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tîrmeha 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tîrmeha 2020'an.
Nûnerên saziyên Êzidiyan, ku tevlî çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' bûn, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bang kirin.
Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê ji Komeleya Îslamî Soran Omer têkildarî kampanya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê axivî. Soran Omer nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên PDK'ê yên li ser PKK'ê da û got, "Herêma Kurdistanê hîn tune bû, PKK hebû."
Kûrt Rebmann ku bi gotina "Meseleya min a şexsî ye" li dijî RAF'ê têkoşiya, di salên 1980'î de bi pey şoreşgerên Kurd ket.
Berxwedana "Cenga Heftanînê" ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin, bi gotina "Ev der Heftanîn e" li nava raya giştî ya Kurd û cîhanê deng veda. Çîroka vê gotinê heye.
Siyaseta AKP'ê ya dijberiya li çand û baweriyên cuda dewam dike. Li Wanê li pêşiya Dêra Yedî û Dêra Kevorkê yên dîrokî mizgeft hate çêkirin. Dêra Ezîz Bartholomeûs jî li ber hilweşînê ye, tenê dîwarek ji ber dêrê maye.
Di ser komkujiya Zîlanê re 90 sal derbas bû ku sala 1930'î li herêma Geliyê Zîlanê ya li navçeya Erdîş a Wanê hate kirin. Tevî vê dema dirêj a di ser re derbas bûye êş û birînên wê hîn jî dewam dike.
Li dinyayê yek ji 10 kesan di asta kronîk de birçî ne. Hejmara mirovên birçî salên dawî zêde bû.
Serokkomar Macron bi wesîleya 14'ê Tîrmehê Roja Neteweyî ya Fransayê ji endamên artêşê re axivî û bêyî ku navê wan eşkere bike, destnîşan kir ku li dijî Tirkiye û Rûsyayê divê çarenûsa Derya Spî bê parastin.