ROJEVA 14'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Meşa ber bi Cenevreyê ya hezar kesî ku 200 enternasyonalîstên ji 37 welatan jî tevlî bûne dewam dike.

- Endamê Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan, salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand û got, "Ruhê ku îro li Efrînê li ber xwe dide, xwe dispêre berxwedana li Îmraliyê. Divê gelê Kurd û dostên wan her wiha zanibin ku netewe dewlet bi xwe li dijî gelan komplo û qirkirin e."

- Ji beşdarên meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê Sarah Marcha destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo tevgerên şoreşê yên cîhanê bûye hêvî û got, "Wezîfeya gelan e ku ji bo Efrînê li ber xwe bidin."

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin di hefteya 295'an de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Maînz ê Elmanyayê ne.

- Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Perwer Rohat bi bîr anî ku 12'ê Kanûna 2017'an şehîd bûbû. Kalkan got, wê di sala 40'î ya PKK'ê de bi ruhê Perweran têkoşînê geştir bikin.

- Şervanên enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya bi şoreşê re li Rojava li dijî barbariya DAÎŞ'ê şer kirin, dan xuyakirin ku wê niha jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, Efrînê biparêzin.