ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Hezîrana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Hezîrana 2020'an.
Piştî ku şefê polîsan diyar kir ku eleqeya Kurdan bi kuştina Olof Palme nîne, Hevserokê KNK'ê Amhet Karamûş ji Swêdê xwest ku lêborînê bixwaze û got, divê êdî PKK neyê sûcdarkirin.
Seroka Giştî ya DP'ê Torûn: Em, avakirina xeteke yekbûyî ya têkoşîna dijî faşîzmê girîng dibînin.
Temel ê HDP'î destnîşan kir ku meşa wan a ji demokrasiyê ya li dijî darbeyê ye, helwestek li dijî desteserkirina mafên gelên Tirkiyeyê ye û ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk e.
Dema mirov ji quntara çiyê lê dinere, mirov deşteke ku bi rengê bêhempa yê biharê xemiliye dibîne. Ev dever qadeke navbera Kanîreşê û Gimgimê ye. Yek ji bihuştên li ser rûyê erdê, gundê Emera ye.
Li gorî lêkolîneke nû ya li ser şewba Covîd-19, bandora nexweşiyê bi germahiya hewayê re dibe ku kêm bibe, lê bi zivistanê re bi rengekî gelekî dijwar dîsa zêde bibe.