ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Namzetê parlamenteriyê yê Wanê yê HDP'ê Mûrat Sarisaç, ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê bang li her kesî kir ku li dora HDP'ê li hev bicivin.

- Tirkmenên li Minbicê destnîşan dikin ku ji her demê bêhtir ew azad in û dibêjin, "DAÎŞ Erdogan e. Ji bilî terorê Tirkiye tiştekî nade me. Em Tirkiyeyê naxwazin."

- AKP ku beriya her hilbijartinê 'navendan vedike' vê carê jî Nexweşxaneya Erdîşê ya nû ku ji xwe re kiriye cihê rantê, cara 10'an vekir.

- Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi wesîleya cejna Remezanê peyamek weşand û got, "Di vê hilbijartinê de em ji van qijnikên ku xwîna dîn û gelê me dimêjin xilas bibin."

- AvEG-Konê bang li dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê kir: "Em dengekî xwe bidin HDP'ê, yekî jî bidin Demîrtaş. Bi vî rengî em hesab ji dîktatoriya AKP/Qesrê bipirsin."

- Parlamentera Partiya Çep Jelpke nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsên Elman a li ser saziyên Kurdan da û got, "Ev êrîş ji bilî desteka ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdogan nayê ti wateyê."

- Platforma 'Na ji Dîktaroriyê re': Ji bîr nekin; dengek dikare dîktatorekî bîne xwarê. Em dengê xwe ji roja dawî re nehêlin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.