ROJEVA 14'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

- Karasû: Li ser hevdîtina bi Rêber Apo re spekulasyon tên kirin. Ev yek li navendên şerê taybet ê afirandin ku di kontrola AKP'ê de ne.

- Jinên ku li Qamişloyê tevlî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan bûn, diyar kirin ku berxwedan wê bidome.

- Nacî Sumelî ku kure wî di greva birçîbûnê de ye û Sûat Gunana ku birayê wî di greva birçîbûnê de ye, dan xuyakirin ku grev rewa ne û wê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan.

- Propagandakara Tirk a DAÎŞ'î Defne Bayrak ku navê wê di belgeyên krîpto yên CIA de derbas dibe, di destê QSD'ê de ye. Bayrak a tevlî DAÎŞ'ê bû, diyar dike ku hin pirsên wê hene ku dixwaze ji Tirkiyeyê bipirse û dixwaze 'hesab' bide. Bayrak got, "Bendewariyên min destpêkê bi DAÎŞ'ê re, piştre jî bi Tirkiyeyê re têk çûn."

- Şêniyên Wan û derdora wê, ku bi biharê re karê sewalkariyê dikin, li çêrgeh û zozanan dest bi çêrandina heywanên xwe kirin.