ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Kampanya hilbijartinên xwecihî ya DEM Partiyê wê bê şopandin.

- Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Sêrtê Mehmet Kaysî got, "Şaredariya Sêrtê veguheriye qereqolê. Beriya her tiştî em ê tevî gelê xwe şaredariyê ji qeyûm bistînin."

- Havva Kiran û Dîlan Guvenç diyar kirin ku Newroz nîşaneya vejîn û berxwedanê ye û destnîşan kirin ku gelê Kurd wê ji qadên Newrozê bersiva hilbijartinên 31'ê Adarê bide.

- Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Dêrikê Songul Ozbahçecî bal kişand ser pirsgirêkên li navçeyê û got, bi bawerî û hesta piştevaniyê divê ew bajarên xwe bikin qadên jiyanê.

- Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê bang li gelê Suryan kir ku di hilbijartinên xwecihî de piştgiriyê bide namzetên DEM Partiyê û tevlî kar û çalakiyên li welêt û dîasporayê bibe.