ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirin Efrînê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan: Li Rojhilata Navîn zêdeyî çaryeka sedsalê şer diqewime. Navenda herî girîng a vî şerî Efrîn e. Şerê Efrînê wê rengê sedsala 21'ê diyar bike. Divê li ser vê bingehê xwedî li Efrînê derkevin.

- Bi sedan penaberên ji 15 heta 25 salî yên li Wanê, nîvê şevê bi dizî ji Otogara Wanê dişînin Efrînê.

- Komên Azadî ku şehîdê destpêkê yê Efrînê yê Şoreşa Tîrmehê Çekdar kuştin, niha jî tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bûne. Hevalên şehîd Çekdar ên li dijî çeteyan li ber xwe didin dibêjin, wê rê nedin dagirkeran.

- Kampanya alîkariyê ya ji bo Efrînê ku li Ewropayê dest pê kir didome. Ji Roja Sor a Kurdistanê Şehmuz Akan bang li Kurdên li welatên Skandînavyayê û Îngilîstanê kir ku tevlî kampanyayê bibin.