ROJEVA 13'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Tîrmeha 2019'an

-Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ji bo salvegra berxweana 14'ê Tîrmehê axivî û got, ''Niha tişta ku divê were kirin ew e ku em îro jî bibin şoprdarên 14'ê Tîrmehê''.

-Li Wanê piştî ku Kurdî-Der bi BHQ'ê hate girtin, li Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) di salekê de 500 kesî perwerdehiya zimên stand.

-Hevşaredarên Farqînê Abbas Hilmî Azîzoglu û Naşîde Toprak gotin, dema ku li ser navê gel biryarê bidin û xizmetê hilberînin ti wateya vê tine. Li gorî hevşaredaran divê gel bi dildarî tevlê bibe.

-Alimê Dîn Mele Aso Qadir komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlên herêmê şermezar kir û got, ''Êrîşên li ser gelê Kurd di mirovahiyê de û Misilmaniyê de cihê wê nîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî destek dide dijmin.''

-Van demên dawî bi çarçoweya êrîş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, rayedarên Îranê û Tirk vê heftiyê du caran hatin cem hev. Diyar bû di civînê de li ser ewlehiya sînor û mijarên din hatiye axaftin.

-Li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê ya Fransayê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê mîtîng hate kirin.  Di mîtîngê de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb jî hate bibîranîn.

-Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, bertek nîşanî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û
helwesta PDK'ê ya li dijî dagirkirinê da û diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê zirerê dide yekîtiya neteweyî ya
Kurd.

-Dayikên Şemiyê û xizmên windayan vê Şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin wê çalakiyan bikin.