ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEVA 13'Ê NÎSANÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

- Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî de ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû, rêveberiya AKP’ê şaredariyek deyndar hişt.

- Alîkara Berdevkiya Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ku ji xeynî xizmetên esas li şaredariyên ku civak xwe lê bi rê ve dibe, bi civaka rêxistinbûyî şaredartiya rast pêkan e.

- Hevserokê KCDK-E Engîn Sever têkildarî çalakiya 15'ê Nîsanê ya li Strasboûrgê li ber CPT û Konseya Ewropayê bê lidarxistin wiha got: “Ev 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Em li wir vê pirsê bikin: CPT ji Kurdan çi vedişêre?”