ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Li gorî dîmenekî ji 4 deqeyan ku gihîşte navenda ANF'ê, DÎTÎB şebekeyeke ku ji bo propaganda Îslamî-Tirkîtiyê bike, zarokan jî îstîsmar dike.

- Hikumeta AKP'ê ku dîwar li ser sînorê Îranê lê kir, Deriyê Sînor ê Gurbûlakê yê Bazîdê ji bilî kîloyek çay û 3 qerton çixareyê, li bazirganiyê girt.

- Zanyarên Japon li qadeke Okyanûsa Pasîfîk lêkolîn kirin û tê gotin ku li vê qadê çavkaniyên madenên hêja yên têra sedan salên cîhanê bike dîtine.

- Rebes ku bi biharê re li qadên herî dijwar ên çiyê şîn dibe, êdî li ser dezgehan têne firotin.