ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a bi hêzên global re. Şerîk diyar kir ku dewleta Tirk ji aliyekî ve xizmetê ji efendiyên xwe re dike, li aliyê din jî hewl dide qadên xwe yên serweriyê berfireh bike.

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser destpêkirina pêvajoya şer û got, "Nîşaneya bingehîn a polîtîkayên şer ên AKP'ê, tecrîda li Îmraliyê ye."

Ji meha Mijdarê ve dewleta Tirk giranî daye ser êrşên xwe yên li ser Eyn îsa û gundên wê. Bêdengiya Rûsyayê û rejîma Baasê ya li hemberî van êrişan cihê nerazîbûnê ye.

Nûçegihanê Rojnewsê Zûsik Hemed bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser tevna dîjîtal li herêma Çomanê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate destgîrkirin.

Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê demeke dirêj e dixwazin ku Covîd-19 weke nexweşiyeke pîşeyî bê pênasekirin. Her wiha diyar dikin ku kedkarên tenduristiyê yên nexweş tên xebitandin.