ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Dikandarên Wanê diyar kirin ku ev cejn wê bibe cejna dawî ya AKP û Erdogan û gotin, em ê vê yekê roja 24'ê Hezîranê di dengdanê de nîşan bidin.

- HDP bi biryar e ku li navçeya Miks a Wanê rêjeya 65'an ji sedî ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê derbas bike. Şêniyên navçeyê gotin, "Bila ev cejn bibe wesîleya azadiya Demîrtaş û çûyina Erdogan."

- Xebatkarên Konsolosxaneya Tirk a li Munsterê û wezîfedarên li ber sindoqê, tevî ku fermanname nîne jî nahêlin ku astengdarên zîhnî dengê bidn.

- Demîrtaş ji rojnameya Le Courrier a Swîsreyê re axivî û got, namzetiya wî ya li girtîgehê ji bo siyaseta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP'ê cihê şermê ye.

- Jinên Kurd ên li Fransayê wê 17'ê Hezîranê roja Yekşemê di 2. Festîvala Jinê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) de li hev bicivin.