ROJEVA 13'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Gulana 2020'an.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, li cîhanê ti desthilatdariyê êriş nebiriye ser goristanan û got, "Tirk tenê vê dikin."

Parêzer Yûsûf Çakas bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê ya li ser girtiyan û got, "Partiyên siyasî, baro, saziyên civakî yên sivîl û hêzên mûxalîf divê ji bo girtiyan bikevin bin bar."

Piştî serdana Hakan Fîdan a li Lîbyayê serokê îstîxbaratê yê UHM'ê hate kuştin, fermandariya Trablûsê radestî El Qaîdeyê hate kirin, êrişên li dijî sefaretxaneyên Tirkiye û Îtalyayê hatin organîzekirin û dewleta Tirk qala destwerdanê kir.

Li Wanê ji ber tevdîrên kêm ên li dijî vîrûsa koronayê hejmara nexweşan di nava çend rojan de gihîşt 380 kesî. Li gel zêdebûna hejmara nexweşan jî vekirina AVM û kûaforan bû sedema zêdebûna tirs û fikaran.

Yek ji vîrologên naskirî yê Elmanyayê Prof. Drosten bi tundî li ber îdîaya profesolekî xwediyê xelata Nobelê rabû ku digot, 'Vîrûsa koronayê li laboratûwarê hatiye afirandin." Drosten got, divê zanyar guh nedin teoriyên komployê.

Di çarçoveya tevdîrên Covîd-19 de Elmanyayê sînorên xwe yên bi gelek welatan re girt. Ji ber sedemên aboriyê tê xwestin ku sînorê xwe ji nû ve veke. Fransa heta niha xwe nade ber vê yekê.

Hate îdîakirin ku Îranê yekemcar bi şêweyê sîber êriş biriye ser Îsraîlê. Bi vê îdîayê re şer derbasî qonaxeke cuda dibe.