ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakiyên ji ber salvegera serhildana li Rojhilatê Kurdistanê wê werin şopandin ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kiribû û li tevahiya cîhanê belav bûbû.
- Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi beşdariya bi hezaran kesî wê bi navê 'Dema hêviyê' konserek bê lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin.
- Endama Komîteya Tevna Zêrîn Adar Gabar anî ziman ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, nirxên çandî afirand û got, ji bo xurtkirina şoreşê roleke mezin dikeve ser milê hunermend û rewşenbîran.
- Waliyê beriya niha yê Mûşê Îlker Gunduzoz ji gundiyên ku deng dan HDP/Partiya Çepên Kesk re got, "Karnameya we nebaş e, xizmet wê ji we re neyê kirin."