ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica got, ên ku bi salan e li Îmralilyê tecrîdê ferz dikin û sîstema li Îmraliyê bi rê ve dibin, ew hêz in ku mejiyê sîstema nû ya li Tirkiyeyê diyar kirine.

- Nesrîn Omer Reşîd (47) yek ji kesên ji êşkencexaneya Seddam a li Silêmanî ji Emne Sureke (Emniyeta Sor) bi saxî filitî ye. Reşîd piştî 27 salan qala bûyerên bi serê wê ve hatin kir.

- Li gundê Tilalo yê navçeya Sûrê wextekê bi dehan borangeh hebûn û zelqa bi hezaran kevokan ku navê 'koxa' lê tê kirin, weke zibil dihate bikaranîn. Borangeh bê xwedî mane.