ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Di konferansa li Parlamenta Ewropayê de ya li ser rewşa girtiyên siyasî ku têne tecrîdkirin û êşkence li wan tê kirin, işaret bi pêwîstiya têkoşîna hiqûqî û siyasî ya li dijî tecrîdê hate kirin.

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer bal kişand ser xwedîderketina gel a pêvajoya hilbijartinê û got, piştî 8 salan karîbûn bikevin avahiya şaredariyê.

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya Yekemîn di 25'ê Nîsanê de destpê dike. Di festîvalê de ku wê heta 28'ê Nîsanê dewam bike, zêdeyî 30 fîlm û dokûmanter wê bêne nîşandan.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren destnîşan kir ku girtiyên siyasî mîna her demê niha jî bi wêrekî pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin û di çareseriya aştiyane de bûne mînak.