ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Namzetên HDP'ê yên Çewligê bi tempoyeke bilind karê xwe yê hilbijartinê didomînin. Armanca HDP'ê li Çewligê ew e ku rêjeya dengê xwe bi du qatan zêde bike.

- Ji bilî şer ti sozeke ku Erdogan beriya hilbijartinê bide dengdêran nemaye. Jinên li Qendîlê nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên êrîşa li dijî Qendîlê dan û gotin, wê rê nedin êrîşeke gengaz a dagirkeriyê.

- Hevserokê KCDK-E Koç diyar kir, eleqe ji bo dengdanê heye, lê belê dema mayî divê baş bê bikaranîn. Koç got, "Divê gelê me bi bîr û baweriya girîngiya vê hilbijartinê, teqez dengê xwe bide."