ROJEVA 12'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Adara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Adara 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brûsk Hesekê: Xeteriya li ser Efrînê mezin dibe. Ya girîng rabûna ser piyan û lidarxistina çalakiyan e. Bi taybetî divê ciwanên Kurd jiyanê li dijmin bikin cehenem.
- Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl got, têkoşîna li Efrînê ji bo Kurdan şerê man û nemanê ye.
- Çeteyên DAÎŞ'ê yên tecawizkar ku komkujî li Kurdan kirin, piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê re ji nû ve ketin rojevê. Ev çeteyên ku li Dîlokê bi rêya komeleyên fermî dixebitin, çeteyan peyda dikin ji bo bişînin Efrînê.