Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bêne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku hêzên li pişt 12'ê Îlonê û yên li pişt dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê h eman hêz in û got, armanca van hêzan qirkirina Kurdan e.

- Li navçeya Erdîş a Wanê sala 2016'an polîsan agir berdan malekê û Hediye Ataman qetil kirin. Hevjînê Ataman têkildarî mijarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Dadgehê dewlet bi dayina tazmînatê mehkûm kir.