ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Çileya 2020'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.
Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo li ser bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn axivî û got, "2020 wê ji bo jinan hemûyan bibe saleke serketî."
Ocalan: Îran di tevahiya dîrokê de di asta federasyonê de ye. Hîn jî xwedî çar eyaletan e. Lewma Federasyona Îranê ya Demokratîk wê pêvajoyeke zehmet nebe. Dibe ku Îran li Rojhilata Navîn bibe yek ji welatên herî zû derbasî sîstema federasyonê bûne.
KCB'ê nerazîbûn nîşanî girtina Rahîbê Keşîşxaneya Mor Yakûp Sefer Aho da û diyar kir, "Ya rast rahîb alîkarî neda kesî, sûc nekir. Li gorî baweriya olî deriyê xwe li her kesî vekir."
DYE wê bi 20 hezar leşkerî beşdarî tatbîqata "Parastina Ewropayê-2020" a NATO'yê ya li Ewropayê bibe. Navenda tatbîqatê jî wê Elmanya be.
Mars ku weke gerstêrkeke alternatîfa cîhanê tê dîtin, tê gotin ku ava wê ji texmînan zûtir dûkelî dibe. Tê destnîşankirin ku ev li pêşiya mirovan ne asteng e ku mirovan bişînin Marsê.
Li gorî gelek lêkolînên dema awî, germahiya navxweyî ya mirovan kêm bûye. Germahiya navxweyî ya mirovan daket 36.1 pileyî.