ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdistaniyên ji bajarê Berlîn ê Elmanyayê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve tê meşandin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê li ser salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyanî da û diyar kir, "Îsal dikeve sala 37'an. PKK, Gelê Kurd û dostên wan li ser heman Pêngava 15'ê Tebaxê û Xeta Serketinê li ber xwe didin û bi ser dikevin."

Gerîla Ciwana û Evrîm du gerîla ne ku li Cenga Heftanînê şer dikin û ji serketinê bawer dikin. Dibe ku azadî di vê kêliyê de bû, di kenê van her du gerîlayên din de, di baweriya wan a ji bo serketinê de bû.

Gerîlaya YJA Starê Sarya Diyar, di salvegera 10'an a şehadeta kekê xwe Diyar Gaffûr de qala wî û keda wî kir.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di nîvê destpêkê yê salê de têkildarî Kurdî gelek caran mafên mirovan binpê kir. Polîtîkayên înkarê yên desthilatdariyê îsal bû sedema kuştinê.

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir, şewata daristanên li Kurdistanê polîtîkayeke şerê taybet e û destnîşan kir ku li her cihî qirkirina ekolojîk tê kirin.

Ji ber qedexeya ku Walîtiya Wanê daniye ser bajêr, çar sal in li bajêr çalakiyên çand û hunerê nikarin bên lidarxistin.