ROJEVA 11'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Tîrmeha 2019'an.

- Dewleta Tirk û komên wê yên çete, li Efrînê ku dagir kirine berhemên dîrokî talan dikin.

- Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal, gazên Elman ên eşkere bû ku li Dersimê hatine bikaranîn û balafirên şer ên bi tîpa He111 Heinkel ên sala 1937'an hatin firotin ji hikumeta Merkel pirsî.

- Li Londonê di konferansa azadiya çapemeniyê de DYE jî di nav de helwesta welatên rojavayî hate rexnekirin. Brîtanya Mezin jî pêşniyar kir ku li welatên azadiya çapemeniyê binpê dike pêkanîn bê ferzkirin.

- Mertala mezin a ji pola ku reaktora santrala Çernobîl a li Ûkraynayê dinixumîne kete meriyetê. Mertal wê sed salan reaktorê biparêze.

- Arkeologên Swêdê ragihandin ku wan du gorên Vîkîngan dîtine ku wê der barê merasîma cenaze yên serdema navîn de karibin agahiyan werbigirin.