ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz anî ziman ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li Tirkiyeyê dibe sedema krîzê û got, "Ev krîz jî krîzeke siyasî ye."

Li paytexta Belçîka Brukselê wê konferansa hiqûqnasan a navneteweyî bê lidarxistin.

Parlamenterê Swîsreyî Nîcolas Walder bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got "Ev tecrîda ku rêbazeke êşkenceyê ye divê bi dawî bibe. Divê Ocalan azad bibe. ji ber ku tenê bi lîderekî ku xwedî hurmet û rewatiya gelê xwe ye aştî dikare pêk were."

Dr. Îsmet Konak anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji encamên hilbijartinê qet ne razî ye û got, "Piştî hilbijartinê destpêkirina şerê li dijî Kurdan, destpêkirina şer wê ji bo Erdogan bê wateya întiharê."

Ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk Bawer Deyndar ji bo hevrê û gelê Kurd bû meşaleya têkoşînê.