ROJEVA 11'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Parêzerê doza PKK'ê ya li Brukselê Jan Fermon, biryarên ku di nava sê salên dawî de li başiya PKK'ê hatin dayin, prensîbên van biryaran, wate û bandora wan a gengaz vegot.

- Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn, dest bi kampanya şandina daxwaznameyan ji Wezareta Edaletê re kirin.

- Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiya Kurd diyar kir, Rûsyayê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê diviyabû di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin pêk bianiya, lê belê ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi rengekî taktîkî nêzîk dibe û hevdîtin rawestandiye.

- Hevserokê TUAD'ê Ebedîn Kaya li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan axivî û got, "Rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe. Kiryarên li derveyî mirovahiyê li wan tên ferzkirin."

- Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê Ahmet Aksû ye. Kekê Aksû Dundar Aksû got, "Grevên birçîbûnê wê hîn çiqasî ji nedîtî ve bên? Divê dawî li tecrîdê bê anîn û grevên birçîbûnê biqedin."