ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Çalakgerên Kurd û Elman ên ji bajarê Salzgitterê nobedarên vê hefteyê ne.

- HDP li dijî fen û diziya AKP'ê perwerdeyê dide endamên Desteya Sindoqê.

- Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku daxuyaniya endamê polîtburo ya PDK'ê Sefîn Dizeyî, hewldanek ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ye.

- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku HDP ji bo çareseriya pirsgirêkan û demokratîkbûnê xwedî projeyên mezin e, lewma derbasbûna ji benda hilbijartinê têrê nake û got, "Divê rêjeya 15 heta 20 ji sedî weke hedef deyne ber xwe."

- Nêçira bi elektrîkê ya li Derya Bakur gefeke mezin li jiyana xwezayî ya li deryayê dixwe.