ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Konferasyona 'Rêxistin azadî ye' ya Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye.
- Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Songul Şarkli piştî Konferansa Jinê ya Partiya Çepên Kesk daxuyanî da û got, "Em ê rêxistiniyeke jinê ya xurt ava bikin."
- Komîteya PKK-PAJK'ê nerazîbûn nîşanî kiryarên li zindanan da û bang li gel û malbatên girtiyan kir.
- Artêşa Tirk beriya salekê cenazeyên leşkerên xwe şewitand, ji bo nekeve destê gerîla. Tevî ku salek di ser vê hovîtiyê re derbas bû, îmha, înkar û bêdengî dewam dike. Li cihê ku bûyer qewimî şopa vê hovîtiyê hîn jî mîna roja destpêkê ye.