ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Hemû agahî û belge nîşan didin ku yek ji personelên MÎT'ê yên komkujiya Parîsê plan kirin Ayhan Oran, ji bo neaxive ji aliyê MÎT'ê ve ji holê hatiye rakirin.
- Keştiyeke ku barê wê bi sedan ton teqemenî bû û ji Tirkiyeyê ber bi Lîbyayê ve diçû, li Yewnanîstanê hate girtin.
- Konferansa 'Vîzyona Çareseriya Demokratîk a li Krîza li Îranê û Rojhilata Navîn' ku wê li Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin û pirsgirêkên gelên Îranê lê bê nîqaşkirin, wê were şopandin.
- Di roja duyemîn a bi Tabûra Şehîd Lewend re, me amadekariyên wan ên çalakiyê, dema êrîşê û têkbirina êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê şopand.
- Hunermenda Kurd Berfîn Aktay destnîşan kir ku divê hunermend ji gel qut nebe û ji kesî netirse. Aktay got, berhemên bi zimanê dayikê tên afirandin hê mayînde û bedew in.
- Ji raperîna destpêkê ya sala 1891'ê heta serhildanên gel ên îro, kurteberiya rewşa Îranê wiha ye; yên ku duh daxwaza demokrasiyê û qanûna Îslamê dikirin, îro bûne netewperest, olperest û înkarker.