ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alp Altinors diyar kir, sedema herî girîng a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ye û got, "Aştî bi qasî nên girîng e. Aştî nebe nan jî nîne."

Bil dilê te niha rehet be gerîla Têkoşer. Warê me jî dilê me jî di emrê we de ne.

Rêxistinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê ku zêdeyî saleke karên rêxistinî dikin, dawiya hefteyê li hev kom bûn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Skandînavyayê ragihandin.

Zext û zora li ser Kurdî ji salên 1990'î ve neguheriye. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê saziyên Kurdî hemû hatin girtin û niha jî li beşa Kurdî perwedeya bi Tirkî tê ferzkirin. Di 10 salên dawî de êriş zêde bûn.

Îngilistanê ji bo pêşî li pêla koçberên "qaçax" a li derya Manşê bigire, tedbîrên nû girt.