ROJEVA 10'Ê TÎRMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tîrmeha 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tîrmeha 2019'an.
- Hem mexdûrên şer û hewcedarên alîkariyê, hem jî hestên olî yên Misilmanan bi kar tînin û pereyên ku kom dikin dişînin ji çeteyan re. Dewleta Elman jî van saziyên ku bi navê 'saziya alîkariyê' dixebitin ji nedîtî ve tê.
- Dayikên du girtiyên siyasî yên li girtîgehên Şirnex û Tarsûsê Xecê Beytûr û Avniye Sûngûr bi baldarî li benda başbûna rewşa zarokên xwe ne.
- Ji beşdarên forûma li dijî DAÎŞ'ê ya li Amûdê parêzer-rojnamevan-nivîskar Srûşah Halabjay a ji Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê da ya bi dewleta Tirk re.
- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, di hefteya 368'an de ye.
- Li gorî qenala televîzyonê ya Îsraîlê heyeteke Îranî û rayedarên Emerîkî li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirine.