ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Di komploya navnetewEYî de ku bi revandin û hêsîrkirina Rêberê Gelê Kurd bi encam bû, hin jê rasterast û hin jê ne rasterast 14 dewletan cih girt. Aktorê sereke yê 129 rojÊn krîtîk ên ji Şamê gihayî Naîrobiyê rêveberiya wê demê ya DYE'yê bû.
Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
Dibistana Gel a Antonîo Gramscî, Kovara Îl Bene Comûne û Sendîkaya Mamosteyan a COBAS'ê - Sardûnya, tevlî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.
Gerîla Kurdisan Nesrîn ku Mijdara 1998'an li dijî komploya navneteweyî agir berda bedena xwe got: "Ev biryar a min bû. Pir kes matmayî diman, çima em bedena xwe didin ber agir? Lê tenê fikir û armanca min ew bû li hemberî xeteriyên heyî bikaribim bisekinim û xwe ji xweliya xwe ava bikim."
Li Wanê ku par 400 esnafan dikanên xwe girtin, pirsgirêkên esnafan sala 2021'ê jî dewam dikin. Esnaf dibêjin, eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê dikanên xwe bigirin.
Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurd Vahît Aba li ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya li qada cemaweriyê axivî û got, "Paşeroja me bi dewamiya zimanê Kurd ve girêdayî ye."
Li Lîbyayê ku Tirkiye bi çeteyên xwe dest lê werdide, karên ji bo avakirina hikumeta demkî dewam dikin.