ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bal kişand ser berxwedana bi pêşengiya ciwanan li Wanê hate kirin û got, "Paşeroj, hebûn û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e."

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, bûyerên têkildarî hilbijartinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram anî ziman ku li şaredariya dewr wergirtin hejmara xebatkaran gelekî zêde ye û qeyûm 400 milyon TL deyn hişt.