ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan ve dewr hate girtin.

- Dewleta Tirk, ku dest daniye ser erdê bi dehan gundên Geliyê Zîlan ê li navçeya Erdîşê û Kirgiz lê bi cih kiriye, bi rêya Kirgizan zextê li gundên Kurdan dike.

- Li Heskîfa kevnare ya 12 hezar salî ku wê bi Bendava Ilisû re di nava avê de bimîne, sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.

- Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkerî û qirkerî yên dewleta Tirk neçar man koçî Şehbayê bikin gotin, "Heta ku Efrîn bi temamî bê paqijkirin û bi rengekî azad li baxçeyên xwe yên zeytûnan vegerin, berxwedana me wê bidome."