ROJEVA 10'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser biryarên li Belçîka û Luksembourgê yên li ser PKK'ê û got, "Mirov dikarin bêjin, ji bo tevgera Kurd, PKK'ê, sazî û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye."
- Beşdarên çalakiya rûniştinê ya girseyî ya li ber avahiya Konseya Ewropayê diyar kirin, "Em dixwazin çareyek ji grevên birçîbûnê re bê dîtin."
- Dayikên Tirk û Kurd ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin ku tavilê dawî li tecrîdê were anîn.
- Ayşe Bahadir ku kurê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Edaletê kir ku nehêle darbest ji girtîgehan derkeve û got, ew aştî û edaletê dixwazin.
- Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ew hêvîdar e ku berxwedana greva birçîbûnê bigihêje encamê û got, "Dinya bi berxwedêran diguhere. Ev berxwedan jî wê vê cografyayê biguherîne."
- Wekîlê HDP'ê Kemal Pekoz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û anî ziman, jinedîtî hatin û xemsariya hikumetê û raya giştî wê rewşa heyî bêhtir nebaş bike.
- Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping bang li hikumeta Elman a federal kir û got, "Hevkariya xwe ya leşkerî ya bi rejîma Erdogan re rawestînin û ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê."
- Sala 1987'an bi qanûna leşkerî tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de mezin bû, bû milîtan, bû fermandar, bû efsane. Îskan Amed qala hevrêyê xwe Adil Bilika kir.