ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê LAB'ê Kaldo Saenz De Benito bal kişand ser bandora kampanya azadiyê li ser pêkhatina hevdîtina li Îmraliyê û got, "Bûyerên diqewimin nîşan didin ku azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkane. Divê têkoşîn bê mezinkirin."

Nûnerên saziyên Kurdistanî ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin.

Divê mirov îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên van fedaiyan baş fêhm bikin. Dest ji jiyana xwe berdan, di kesayetiya Rêber Apo, gelê Kurd û azadiyê de bûn heqîqet.